KOMKUJIYA KOBANÊ BÎRANÎNEKE BI ÊŞ HER SAL NÛ DIBE

Sibeha roja 25`ê Hezîrana 2015`an kolanên bajarê Kobanê û gundê Berx Botanê bibûn gola xwînê.
Li tevahiya kolanan cenaze hebûn. Kolan bibûn şahidê bûyerek xemgîn.
Çeteyên DAIŞ’ê ku para xwe ji mirovahiyê ne girtine bi hovane êrîşî silav kirin û komkujî pêk anî.
Çeteyan bi kuştina 242 sivîlan noqteyeke din a reş li rûpelên dîrokê zêde kirin.

Dengê gule û qêrînan ji her derê dihat.

Dijwariya dîmenên ku tenê mirov bîne bîra xwe dil disojîne.

Çeteyên DAIŞ`ê bi cilên YPG û tugayên Artêşa Azad ên ku li rex YPG`ê şerê DAIŞ`ê dikirin li xwe kiribûn.

80 çeteyên DAIŞ`ê ku di destê wan de çek û bombeyên destan hebûn ketin kolanên Kobanê û gundê Berx Botanê.

Her kesê ku li pêşiya wan derdiket jî gulebaran dikirin.

Tirs ketibû dilê hemûyan û nîşaneyên matmayînê li ser rûyê hemûyan xûya dikir.

Dengê guleyan zêde dibû, pêre jî dengê qêrînan.

Zarok li pêşberî çavên dayîk û bavên xwe, dê û bav jî li pêşberî çavên zarokên xwe dihatin kuştin.

Li ber derî û di hundirê her malekê ku çete ketibûnê de cenaze hebûn.

Xuya bû ku DAIŞ`ê planek ji bo kontrolkirina Kobanê û qirkirina şêniyan danîbû.

Çeteyan xwe li tevahiya cihên bilind bi cih kiribûn.

Deriyên têketin û derketina bajêr ji bilî aliyê rojava ve hemû kontrol kiribûn û sekvanên xwe bi cih kiribûn.

Wê rojê 242 sivîl li bajarê Kobanê û gundê Berx Botanê hatin qetilkirin.

30 şervanên YPG, YPJ û endamên Asayîş’ê jî di ber parastina gelê xwe de şehîd bûn.

Ew êş û dîmenên ku hatine dîtin her sal bi serdana gorên şehîdên 25`ê Hezîranê nû dibin û tên bibîranîn.

Bi sibe re 4 sal li ser bûyerê derbas dibin, lê dîsa jî ew dîmen hîna di hişê hemûyan de zindî ye.

Leave a Reply

Back to top button