Tifqa Çepgir a Fînlandiyayê: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Şirîkê hikûmeta Fînlandiyayê Tifaqa Çepgir dest ji helwesta xwe ya neyînî ya li hemberî endamtiya NATO’yê berda û pêşniyara “Bila PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin” kir.

Tirkiye di pêvajoya endamtiya Flandiyayê ya ji bo NATO yê de dixwaze gelê kurd bixe bazarê.

Enqere ji Flandiya dixwaze zextên li ser kurdan zêde bike, piştevaniya bo Rojava bidawî bike û di qanûna xweya terorê de jî guhertinê bike.

Partiya Tifaqa Çepgir Fîlandiyayê ku beriya niha alîgirbe ku Flandiya bibe endamê Natoyê, lê doh di kongreya partiya xwe de helwesta xwe guhert.

Partiya Tifaqa Çepgir Fîlandiyayê doh ragihand ku li dijî endamtiya Flandiyayê di Natoyê de ye û Tifaqê xwest ku PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin::

Partiya Tifaqa Çepgir şîrikê hikûneta Fîlandiyayê ye û 16 parlamenterê wî hene.

Back to top button