Rûsya navenda bajarê Severodonetsk kontrol kir

Êdî Ukrayna li pêşberî Rûsya roj bi roj winda dike.
Paytexta herêma Luhansek, bajarê Severodonetsk jî êdî dikeve destê Rûsya.
Ukrayna li wê yekê mikur hat ku navenda bajar di destê Rûsya de ye.
Lîderên Almanya, Îtalya û Fransa jî heta dawiya mehê wê serdana Kîevê bikin.

Ukrayna li pêşberî Rûsya êdî nikare xwe bigre.

Hewara hikumeta Kîev a bo welatên Rojava, heta niha nekariye welat ji derbên Rûsya xelas bike.

110 roj e.

Moskow bi hemû hêza xwe êrişî Kievê dike.

Êrişên li ser rojhilatê Ukrayna bi serketina Rûysa re didome.

Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê ragihand ku ji ber êrîşa Rûsyayê ya ku piştî topbarana dijwar dest pê kir, ji navenda bajarê Severodonetsk derketin.

Di daxuyaniya li ser hesabê Facebookê yê Sererkaniyê hat dayîn, hat gotin, Artêşa Rûsyayê “bi serketineke beşî, artêşa Ukraynayê ji navenda bajêr derxistin”.

Waliyê Navçeya Luhanksê Sergey Gaidai jî daxuyaniya Serfermandariya Giştî piştrast kir.

Walî Gaidai got,

“Şerê kolanan dewam dike, Rûsya wêrankirina bajêr didomîne.”

Gaidai da zanîn ku Rûsya hewl dide bajêr îzole bike da ku rê li şandina cebilxane û leşkeran bigire.

Her wiha metirsiya xwe ya ku Rûsya wê di nava 48 saetan de bajar bi tevahî kontrol bike jî anî ziman.

Pisporên leşkerî dibêjin, bi girtina Severodonetsk ji aliyê Rûsyayê ve, wê rê li ber bajarekî din ê girîng Krama-torskê li ber Moskowê veke.

Beşek ji vî bajarê ku piranîya wê bi Rûsî di axivin, ji sala 2014’an ve di bin kontrola cudaxwazan de ye.

Zelensky: Li ser her metreyekî xaka Severodontsk şerek dijwar rûdide

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky jî li wê yekê mikur hat ku li ser her metereyek ji xaka Severotonetsk şerekî dijwar rûdide.

Bild: Scholz, Macron û Draghi diçin Kîev ê

Bi dijwarbûna şer e, welatên Rojava bi hewara Kîevê diçin.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, Serokwezîrê Îtalya Mario Draghî û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron diçin Kîevê.

Li gorî nûçeya rojnameya Bild a Almanya, lîderên navborî ji bo piştevaniya Kîevê wê berê xwe bidin Ukrayna.

Rojname îdia dike ku wê heta dawiya mehê ev serdan pêk were.

Rûsya 93 mîlyar euro ji gaz û petrola firotî Ewropa qezenc kiriye

Rûsyayê di 100 rojên despêka şerê Ukrayna de, 93 milyar euro ji hinardekirina enerjiyê bi dest xist.

Li gorî Navenda Lêkolînê ya Enerjî û Hewaya Paqij, YE hîn jî kirîna herî mezin a gaz û nefta Rûsyayê ye.

Li gorî welat, Tirkiye di rêza pêncemîn de ye.

Back to top button