LIJNEYA HILBIJARTINÊ YA BAJÊR ENCAMÊN HILBIJARTINÊ RAGIHAND

Duh li Stenbolê Hilbijartina Şaredariya Bajar ku bi mehan her kes li bendê bû, pêk hat.
Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr jî encamên ne fermî eşkere kir.
Li gorî encamên ne fermî di Hilbijartinê de, Ekrem Îmamoglu bi ferqede zêde namzetê AKP’ê li pey xwe hişt.

Duh Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê pêk hat.

Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên ne fermî eşkere kir .

Li gorî encamên ne fermî, di Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ku piştî biryara betalkirina (YSK) hat nûkirin:

Namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglû 4 milyon û 741 hezar û 868 deng û namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim3 milyon û 935 hezar û 453 deng girtin.

Di 31’ê Adarê de Îmamoglû 4 milyon 171 hezar û 118 deng, Yildirim jî 4 milyon û 149 hezar û 656 deng girtibû.

Çavkaniyên ragihandinê yên derbarê encamên Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Edliyeya Stenbolê ve hatin amadekirin, li lewheya Rêveberiya Hilbijartinê ya Stenbolê hatin daleqandin.

8 MILYON Û 925 HEZAR HILBJIJÊR DENG BI KAR ANÎN

Li gorî van , girtina ji 10 milyon û 570 hezar û 354 hilbijêran, 8 milyon û 925 hezar û 63 hilbijêr çûne ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîne.

Ji van dengan 8 milyon û 746 hezar û 464 deng derbas dar hatin qebûlkirin, 178 hezar û 599 deng nederbasdar hatin qebûlkirin.

Serokê YSK’ê Sadî Guven jî têkildarî hilbijartina Stenbolê got:

“Dema pêvajoya îtîrazê bi dawî bibe em ê mazbatayê bidin.”

Leave a Reply

Back to top button