Rojnamevan 6 roj in di hucreyên yek kesî de tên girtin

Li Amedê 20 rojnamevanên ku ji 8’ê Hezîranê ve hatine binçavkirin 6 roj in di hucreyên yek kesî de tên girtin. Saziyên civaka sivîl, parlementer û rojnamevanan li Amedê nerazîbûn nîşandan û diyar kirin desthilat bi van êrişan dixwaze rastiyan veşêre û banga berdana rojnamevanan kirin. Her wiha 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan jî piştgirî dan rojnamevanên binçavkirî û xwestin tavilê bên berdan.

Di çarçoveya êrişên qirkirinê yên ser Kurdan de li Amedê 20 rojnamevanên ku 8’ê Hezîranê di serdegirtina malan û navendên kar de hatin binçavkirin 6 roj in di hucreyên yek kesî de tên girtin.

Rojnamegerên ku du caran dema binçavkirina wan hat dirêjkirin, herî dawî pêr wan birin edliyeyê û ji bo 4 rojan dema binçavkirina wan dirêj kirin.

Bi dirêjkirina dema binçavkirinê re wê heta 16’ê Hezîranê li Midûriyeta Polîsan a Amedê di binçavan de bên ragirtin.

Rojnamegerên ku gelek ji wan di hucreyên yek kesî de tên girtin.

Hejmara rojnamevanên binçavkirî derket 22’yan

Di çarçoveya dosya lêpirsîna binçavkirina 20 jê rojnamevan 21 kesan de kesek din jî hate binçavkirin.

Ji ber ku biryara veşartî li ser dosyeyê heye rojnamevan û parêzerê xwe nikarin agahî bigirin.

Dema binçavkirina rojnamevanan heta 16’ê Hezîranê hat dirêjkirin.

Li Amedê bang hat kirin: Rojnamevanan berdin

Komeleya Rojnamegerên Dicle Fıratê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ya Mezopotamyayê (MKGP), tekildarî binçavkirina rojnamevanan li Amedê daxuyanî dan.

Parlementerên HDP’ê, endamên TJA, endamên saziyên civaka sivîl û gelek rojnamevan jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Cihê ku daxuyanî hate dayîn ji aliyê polîsên Tirk ve hate dorpêçkirin.

Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” hate vekirin.

Hevseroka DFG’ê Dicle Muftuoglû ku di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Hempîşeyên me yên 6 roj in di bin çavan de tên ragirtin, sedema binçavkirina wan nayê zanîn.”

Dicle, bi diyar kir ku tevî êrişên desthilatê rastî êrişên “medyaya alîgir” jî tên û got,

“Bi destê medyaya alîgir rastiyan ji civakê vedişêrin û hewl didin şer, krîza aborî û siyaseta qirêj binixûmînin. Lewra jî zexta xwe ya li ser derdorên ku rastiyê bi civakê re parve dikin, girantir dikin.

Dicle destnîşan kir ku xebatkarên çapemeniya azad her demê rastî êrişan hatine lê weke xebatkarên çapemeniya azad tevî hemû êrişan jî dev ji rêya heqîqetê bernadin û şopdarên xeta berxwedanê ne.

62 Saziyên çapmeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşan dan

62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bi daxuyaniyekê piştgirî dan rojnamevanên ku hatine binçavkirin û diyarkirin ew bi hempîşeyên xwe re ne.

Daxuyaniya ku bi Kurdî, Ermenkî, Îngilîzî û Tirkî bi awayekî hevpar hate dayîn de binçavkirina rojnamevanan hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Çapemeniya azad nikare were bêdeng kirin.”

Her wiha bang li herkesî hate kirin ku li hemberî binçavkirina rojnamevanna bikevine nava tevgerê û li hemberî zordestiya desthilata AKP’ê helwestê nîşan bidin.

Her wiha hat xwestin rojnamegerên Kurd ku di binçavan de ne demildest serbest bêne berdan!

Back to top button