Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlib û Laziqiyê bombebaran kir

Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlib û Laziqiyê bi çekên giran topbaran kir. Li dergehê Ebû-Zendîn yê li bajarê Babê yê dagirkirî jî di nabera hêzên hikûmetê û çeteyan de bi hev guhertina girtiyan pêk hat.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, Hêzên hikûmeta Şamê bi dijwarî herêmên rojavayê Idlibê topbaran kirin.

Hat ragihandin li derdora Kebana ya li çiyayê El-Ekrad yê li Laziqiyê jî hêzên hikûmetê û çeteyên Feteh El-Mûbîn bi çekên giran bargehên hev topbaran kirin.

Di navbera hêzên hikûmea Şamê û çeteyan de bi hev guhertina girtiyan pêk hat

Çavdêriyê da zanîn îro di navbera hêzên hikûmeta Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker bi hev guhertina girtiyan pêk hat.

Hat diyar kirin bi hev guhertin li dergehê Ebû-Zendîn yê li bajarê Babê, ku herêmên di bin kontrola hêzên hikûmetê û yên çeteyan vediqetîne, pêk hat.

Hate ragihand ku ji her alîyekî 5 kes hatine bihev hatine guhertin.

Back to top button