Li Helebê şevbuhêrkek helbestan hat lidarxistin

Tevgera Kevana Zêrîn û Malbenda Çandî ya Helebê şevbuhêrkeke helbestan lidar xist.

Şevbuhêrk bi slogana “Dem dema azadiya rêber Apo ye” pêk hat û têde tecrîd hat şermezarkirin.

Şevbuhêrk li parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê bi beşdariya bi dehan şênî û rewîşenbîrî hat lidarxistin.

Di şevbuhêrkê de mûzîkjen Idrîs Mistefa berhemên xwe li ser amûra mûzêkê Keman pêşendan.

Piştre hin helbestvanan helbest li ser berxwedana Rêber Apo a 24 salan bi zimanên erebî û kurdî gotin.

Di dawiya şevbuhêrkê de beşdaran berxwedana Rêber Apo silav kir.

Back to top button