Serdar Altan: Ji bilî xebatên me yên rojnamevaniyê ew ê tiştekî din bi dest nexin

Hefteyek e 20 rojnamevên ragihandina azad ji aliyê polîsên AKP’ê ve binçavkirî ne.
Têkildarî binçavkirina wan Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan peyamek bi parve kir.
Altan di peyama xwe de got:
“80 roj jî derbas bibin ji bilî xebatên me yên rojnamevaniyê, wê nekaribin tiştekî bi dest bixin.”

Çapemeniya Azad û rojnameger jî li Bakurê Kurdisatnê, rastî zext û binpêkirinên faşîzma AKP tên.

7 roj in 20 rojnamegerên ji Bakurê Kurdistanê binçavkirî ne û tu agahî li ser wan tune ne.

Têkildarî pêvajoya binçavkirina wan, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) Serdar Altan, peyamek bi par ve kir.

Serdar Altan di peyam xwe de anî ziman 7 roj in rojnamegerên binçavkirî li Rêveberiya Polîsan a Amedê di hucreyên yekkesî de tên girtin û ev got:

“Pêvajoya binçavkirinê ya dirêj veguherî îşkence û cezakirinê.

Pêvajo, veguherî pêvajoya peydakirina tewanbariyan.

80 roj jî derbas bibin ji bilî xebatên me yên rojnamevaniyê hûn nikarin tiştekî bi dest bixin.

Em rojnamevan in û ji bilî xebatên rojnamevaniyê me ti sûc nekiriye.”

Serdar Altan bang li dozgeriya Tirkiyê kir ku qedexeya li ser dosyaya wan rake da ku bi zanibin bi çi tên sûcdarkirin.

Altan hemû kesên ku çend roj in ew bi tenê nehiştine spas kirin û banga mezinkirina çalakiyan kir.

Li Amedê, 8’ê Hezîranê polîsên dewleta Tirk bi ser mal û cihê kar ên rojnamegeran de girtin û 20 jê rojnameger bi giştî 21 kes binçav kirin.

Bi vê gavê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rojnamevan û rewşa rojnamegeriyê bi giştî dikeve metirsiyê.

Ev yek jî asta binpêkirin û zextên di hundirê Tirkiyê dide xuyakirin û hemû idîayên wê yên demokrasiyê vala derdixîne.

Back to top button