Riyad Selahaddîn: Hêzên girêdayê Mesrûr li dijî gerîla şerdikin

Pisporê leşkerî Riyad Selahaddîn dazanîn ku hêzên Gulan yên girêdayî Mesrur barzanî di pişt ve gerîla dorpêçkirine, leşkerên Tirkî cilên wan xwe dike û êrişê gerîla dike.
Riyad Selahaddîn bang ciwanên rojava yên ku di nav hêzên PDK û çeteyên Rojde ne kir ku xwe bikarneynin, li dijî gerîla şernekin û vegerin Rojava.

Riyad Selahaddîn ji Qamişlo ye û di navber sala 2011 û 2018’an de yek jî fermanarê hêzên Roj’ û hêzên Zêrevanî yên PDK’ê bû.

Piştî ku rastiya van hêzan nas kir ji wan qut bû û vegeriya Rojavayê Kurdistanê.

Riyad Selahaddîn niha weke pisporê leşkerî di nava QSD’ê dixebite.

Riyad Selahaddîn: Leşkerên Tirk bi kincên PDK’ê diçin qadên gerîla

Riyad Selahaddîn eşkere kir ku leşkerên Tirk cilên pêşmergeyan li xwe dikirin û êrişî gerîla dikirin.

Her wiha anî ziman ku gelê Başûr bi xwe jî ji hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re razî ye.

Riyad Seladdîn: Divê ciwanên Rojava li dijî PKK’ê şer nekin

Pisporê leşkerî Riyad Selahaddîn dawiyê bang li ciwanên Rojava yên di nav hêzên girêdayî PDK de kir da ku li dijî gerîla şer nekin û vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Back to top button