Li Tirbespiyê ji cureyek kurmikan semada xwezayî tê hilberandin

Li gundekî navçeya Tirbespiyê curekeyk kurmikan tê xwedîkirin û jê semada xwezayî peyda dikin.

Li gundê Hasûdê yê Tirbespiyê kooperatîfek bi rêya xwedîkirina cureyeke kurmikan, li şûna semada kîmyewî semada xwezayî hildiberîne.

Ev kooperatîf beriya salekê hatiye damezrandin, lê wan di peydakirina kurmikên taybet ên ji bo hilberandina semada xwezayî de zehmetî kişandin.

Piştî gelek hewldanan, karîbûn ji paytexta Sûriyê Şamê, 2 hezar û 500 kurmikan peyda bikin û dest bi projeya xwedîkirina kurmikan bikin.

Endamê rêveber ê kooperatîfê û çavdêrê projeyê Xelîl Salih dibêje:

“Axa çandiniyê li herêmê ji ber bikaranîna semada kîmyewî kêm berhem dide, ji bo wê me kooperatîf ava kir da ku semada xwezayî peyda bikin.”

Xelîl Salih da zanîn ku ew plan dikin di kêmî salekê de van kurmikan li ser cotkaran belav bikin da ku ji semada kîmyewî xilas bibin.

Back to top button