PIŞTÎ MEHEKÊ JI REVANDINA WÎ TERMÊ ŞEREFEDÎN SÎDO ŞEWITÎ HAT DÎTIN

Piştî mehekê ji revandina wî, termê Şerefedîn Sîdo li nava zeviyan hate dîtin.
Şerefedîn Sîdo şêniyê Cindirêsê ya Efrînê ye, beriya mehekê li ser riya navbera Ezaz û Efrînê hatibû revandin.
Çeteyan dîmeneke wî ku ji ber êşkenceya hov di nava xwînê de mabû, weşand.

Çeteyên Ehrar Eş-Şerqiyê yên Şerefedîn Sîdo revandibû, ji malbata wî 10 hezar dolar xwestin.

Tevî ku malbatê ew pere dan jî, lê duh termê Sîdo li ser riya gundê Qestel Cindo yê Şera hat dîtin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, termê Sîdo şewitîbû û xuya bû demeke dirêj di ser re derbas bûbû.

ÇETEYAN DARÊN ZEYTÛNAN ÊN GUNDÊ ÇEQELÊ CÛMÊ YÊ CINDIRÊSÊ ŞEWITANDIN

Li aliyekî din, çeteyên faşîzma AKP şewitandina darên zeytûnan didomînin.

Çavkaniyên gundê Çeqelê Cûmê yê Cindirêsê ragihandin ku çeteyan agir bi darên zeytûnan ên nêzî gund xistin.

Çavkaniyan diyar kirin ku agir belav bû û hejmarek mezin ji daran hatin şewitandin.

Ev cara yekê di dîroka Efrînê de, darên zeytûnan tên şewitandin.

Leave a Reply

Back to top button