SOHR: Tirkekî penaberek Sûrî bi kêran kuşt

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê penaberekî ji Sûriyê ji aliyê Tirkekî ve bi kêran hate kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand:

”Peneberekî ji bajarê Humsê yê Sûriyê li cihê karê xwe li taxa Taksîm a Stenbolê, ji aliyê Tirkekî ve bi kêran hat kuştin.”

Beriya 8 rojan jî ciwanekî ji Sûriyê yê ji Idlibê ji aliyê ciwanên Tirk ve li navçeya Esenler a Stenbolê, bi guleyan hatibû kuştin.

Ev bûyer di demekê de pêk tên ku xîtaba nîjadperest û kînê li dijî penaberên sûrî yên li Tirkiyê gelekî zêde bûye.

Back to top button