ENWER MUSLIM: XETERIYA KOMKUJIYA KOBANÊ HÎN JÎ CÎHANÊ TEHDÎD DIKE

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim têkildarî komkujiya 25’ê Hezîranê ya li Kobanê axivî. Enwer Muslim diyar kir ku hişmendiya kesên ku komkujiya Kobanê pêk anîn, hîna li ser cîhanî xeter e û got: Divê çeteyên DAIŞ’ê li welatê ku sûc kirine, werin darizandin. 

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim têkildarî komkujiya Kobanê ya 25’ê Hezîranê axivî.

Enwer Muslim diyar kir ku dewleta Tirk jî rolek di komkujiyê de lîstiye û wiha got:

Tirkiyê bi rêya komên tundrew gelek komkujî li ser gelê Kurd pêk anîn e.

Gelek belge û dîmen hene ku asta piştgiriya hikumeta Tirkiyê ji DAIŞ`ê diyar dikin.

Me gelek caran ji civaka navdewletî xwestiye ku li dijî binpêkirinên Tirkiyê helwest nîşan bide.

Tirkiyê ji ber wêrankirina herêmê, kuştina bi hezaran kes û desteka terorê, divê were darizandin.

Musilm destnîşan kir ku DAIŞ`ê ne tenê li ser gelê Kurd, li ser gelê Sûriyê û heta gelê Tirk jî xeteriyek e.

Muslim îşaret pê kir ku çeteyên DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de têkçûne, lê hişmendiya wan bidawî nebûye û ev tişt anî ziman:

Diyar e ku DAIŞ wisa bi hesanî bi dawî nabe.

Hişmendiya ku bi salan komkujî pêk anîn, hîna çalak in û li ser tevahî cîhanê xeter in.

Bi hezaran kes ku hişmendiya DAIŞ a terorîst girtine li Ewropa û Sûriyê, bi taybet li Idlib, Ezaz û Efrînê belav bûne.

Divê çeteyên DAIŞ’ê li welatê ku binpêkirin pêk anîne, werin darizandin. Li gorî qanûnên navdewletî divê li vir werin darizandin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim destnîşan kir ku ev komkujî peyameke ji bo Kurdan bû ku divê bibin yek û biryareke hevpar û xurt bistînin.

Leave a Reply

Back to top button