Blinken: Em ê zextên li ser Koreya Bakur bidomînin

Koreya Bakur di ceribandin û xurtkirina çekên nukleerî de israr dike.
Amerîka ya ku ji sedî nêzî 40’ê çekên nukleerî yên li cîhanê di destê wî de ye, ji vê yekê aciz dibe.ç
Wezîrê Derve yê Amerîka Blinken diyar kir ku w li hember ceribandinên nukleerî yên Koreya Bakur zextên li ser wêzêde bikin.

Ji despêka salê ve Koreya Bakur lez daye ceribandinên xwe yên nukleerî.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîra Derve ya Koreya Başûr Park Jin li paytexta DYA Waşîngton DC civiyan.

Piştî civînê di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê hate dayîn.

Antony Blinken diyar kir ku ger Koreya Bakur ceribandinên xwe yên nukleerî bidomîne, wê bi hevalbendên xwe re bilez bersivê bide.

Heta ku Koreya Bakur rêya xwe neguhere wê zextên li ser wê bidomîne.

Amerîka: Bê şert û merc em ji dîyalogê re vekirî ne

Blinken got:

“Em ê bêçekirina Nîvgirava Koreyê bidomînin.

Eger hewce bike, armanca me ew e ku em zextan bidomînin heta ku rejima Pyongyangê rêya xwe biguherîne.”

Blinken bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Eger Koreya Bakur ceribandineke wiha bidomîne, em bi Koreya Başûr, Japonya û hevalbend û hevkarên xwe yên din re di têkiliyê de ne ku bi lez bersivê bidin ê.

Koreya Başûr û Amerîka divê çarçoweya aborî ya Hind-Pasîfîk û Rûsya pêşve bibin.

Koreya Başûr: Li dijî provakasyonên Koreya Bakur wê bersiveke yekgirtî bê dayîn

Wezîra Derve ya Koreya Başûr Park di daxuyaniyekê de got;

Ceribandinên nukleerî jî di nav de, her provokasyonek ji aliyê Koreya Bakur ve, wê bi bersiveke yekgirtî û teqez were bersivandin.

Me li hev kir ku mijara Koreya Bakur yek ji xalên herî sereke yên siyaseta Amerîka û Koreya Başûr e.”

Wezîran diyar kir ku li ser mijarên ewlehiya cîhanî yên wekî şerê li Ukraynayê jî nîqaş kirine.

Back to top button