HPG’ê: Li Zap, Metîna û Xakûrkê 18 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG’ê têkildarî encama şerê rojane jî daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
Li gorî vê,Di navbera 12 û 14’ê Hezîranê de li Zap, Metîna û Xakûrkê 18 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk daxuyaniyek da.

Navendê pêşî behsa operasyonên artêşa Tirk ên li herêma Botanê kir û ev agahî parve kirin:

Artêşa Tirk 27 û 28’ê Gulanê bi balafirên şer 11 caran herêma Cûdî bombardiman kir.

Êrişa ezmanî û bejahî bê encam bidawî bû.

Çapameniya şerê taybet îdîa kir ku di vê êrişê de 3 gerîlla şehîd bûne.

Ev agahî bi temamî ji rastiyê dûr e.

Di êrişê de tiştek bi hêzên gerîlla nebûye.

Têkildarî şer û çalakiyên Herêmên Parastinê yên Medyayê jî Navenda Çapameniyê ya HPG’ê ev agahî dan:

13’ê Hezîranê, li Qada Girê FM di encama çalakiya sekvaniyê de, leşkerek hat kuştin.

Heman rojî dîsa li Girê FM, hêzên artêşa Tirk bûn armanca rêzeçalakiyên gerîlla.

Gerîlla ji 2 baskan ve bi ser çeperên dagirkeran de girtin.

Di encamê de bi giştî 9 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Li Qada Girê Cûdî jî di çalakiya sekvaniyê de leşkerek hat kuştin.

Li Girê Hakkarî jî ji ber detswerdana gerîlla, helîkopterên artêşa Tirk neçar man ji qadê dûr bikevin.

13’ê Hezîranê li Qada Karker gerîllayên jin li hêzên artêşa Tirk dan.

Û di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

13’ê Hezîranê li Girê Şehîd Axîn hêzên artêşa Tirk bûn armanca lêdana çekên giran a gerîllayên YJA Starê.

Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.

Her wiha çeperek û pergala radarê jî hat rûxandin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di navbera 13 û 14’ê Hezîranê de qadên gerîlla,

15 caran bi helîkopteran û 24 caran bi balafirên şer hatin bombardimankirin.

Back to top button