Jin bi pêşandana karên dest xwe piştgiriya gerîlayan kirin

Bi her awayî gel û jin piştgiriya gerîlayên azadiyê dikin. Ji bo piştevaniya gerîlayan ciwanên Jinolojî li Hesekê pêşengeha karê destan li dar xistin.

Piştevaniya bi gerîlayên azadiyê ranawestin.

Jin jî bi her awayî destek didin berxwedana gerîla û êrişên dagirkeriyê red dikin.

Ciwanên Jinolojî ên bajarê Hesekê bi piştevaniya tevgera Hilala Zêrîn, bi pêşengeha karê destan û alavên kevin, piştgiriya gerîla li çiyayên Kurdistanê kirin.

Jin bi alavên ku bi destê xwe çêkirine, tevlî pêşengehê bûn û gotin:

Em berxwedan û serkeftina gerîla silav dikin û her dem em ê li pişta wan bin.

Di dawiya pêşengehê de wênexêzekê wêneyê jineke têkoşer ku çek li milê wê ne xêz kir û diyarî gerîlayên YJA Starê kir.

Back to top button