Li seranserî herêmê li dijî êriş û dagirkeriyê çalakî hatin lidarxistin

Nerazîbûn û çalakiyên gelê herêmê yên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk dewam dikin. Li Qamişlo, Hesekê, Minbic û Reqayê li dijî êriş û dagirkeriyê peyama berxwedanê hate dayîn.

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî gel di nava çalakiyan de ne.

Îro li seranserî herêmê çalakî li dijî êrişan hatin lidarxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku armanc ji van êrişan guhertina demografiya herêmê û qirkirin e.

Dayikên şehîdan ku beşdarî daxuyaniyê bûbûn jî diyar kirin dê herdem şopdarên rêya zarokên xwe bin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê: Divê gelên cîhanê piştgiriya Rojava bikin

Meclisa Malbatên Şehîdan ya Hesekê jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a qirker şermezar kir.

Di daxuyaniyê bang li tevahî gelên Cîhanê hate kirin ku destekê bidin Rojava û rê li ber êrişên dagirkeriyê bigrin.

Şêx eşîrên li Minbicê: Armac ji êrişan têkbirina aramiya li herêmên me ye

Her wiha welatî, şêx û rûspiyên eşîrên Mibicê bi meşekê êriş şermezar kirin.

Meş ji çerxereya Mîrza heta çerxereya Meseb dewam kir û li wir veguherî mêtingê.

Di mêtingê de li ser navê gelek eşîrên Minbicê axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk bi qutkirina avê şerê gel dike, şûnwar û dîroka Sûriyê talan dike û li herêmên dagirkirî guhartina demografîk pêk tîne.”

Di dawiyê de bang li çeteyên Sûrî ê ku dewleta Tirk navê Artêşa Azad li wan kiriye, hat kirin ku nebin amûrê pêkanîna planên dewleta Tirk.

Welatiyên Reqa: Em soza parastina xaka xwe ji dagirkeriyê didin

Welatiyên Reqayê jî daketin qadan û êriş şermezar kirin.

Piştî meş veguherî mêtingê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Em êrişên ser xaka xwe qebûl nakin, ku bi xwîna keç û xortên me hatiye rizgarkirin.”

Di daxuyaniyê de soza parastina destkeftiyên şoreşê, parastina axa herêmê hat dayîn.

Şêx eşîrên Reqa, Kobanê, Minbic: em li pişta QSD’ê ne, em amade ne erdê xwe biparêzin

Dîsa li Reqayê li dijî gefên li ser herêmê ji aliyê şêxên eşîrên Reqa, Minbic, Tebqa û Kobanê konê çalakiyê yê bi navê ‘Fezat Eşair’ hate vedan.

Çalakgerên li bin kon diyar kirin dê her li pişta QSD’ê bin û ew amade ne erdê xwe biparêzin.

Ciwanên navçeya Şedadê: Li dijî her cure êrişan em ê bibin mertal û têkoşîna xwe mezin bikin

Ciwanên Meclisa Malbatê Şehîdan a Şedadê jî daxuyanî dan.

Ciwanan di daxuyaniyê de îxaneta PDK’ê ya li dijî Kurdan û hevkariya wê a bi dijmin re şermezar kir.

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan soz da ku ew ê li hember dewleta Tirk berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin.

Koçberên li kampa rojhilat a Minbicê: Em ê rê nedin ku koçberiyên nû çêbibin

Her wiha koçberên ku li Kampa Rojhilat ya li Minbicê dimînin jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin.

Koçberan teqez kirin dê nehêlin careke din êriş pêk werin û koçberiyên nû çêbibin.

Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku li dijî van êrişan helwesteke cidî nîan bidin.

Back to top button