Siyasetmedarên Başûr li dijî êrişan banga helwesteke niştîmanî dikin

Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna gel û siyasetmedaran ya li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê zêde dibin. Siyasetmedarên başûrî û Iraqî dibêjin wê dîrok hevkarî û xiyaneta PDK’ê efû neke. Her wiha hat diyar kirin armanca Tirkiyê Mûsil û Kerkûk e û xwestin ku rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk ya li Iraqê bê girtin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê didomin..

Nerazîbûna li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirinê li ser başûrê kurdistanê zêde dibin..

Endamê Komîteya Navendî yê Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê Bextiyar Mistefa derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî.

Bextîyar Mistefa: Dewleta Tirk nikara Tevgera Azadiyê tune bike

Bextiyar Mistefa diyar kir ku baweriya dewleta Tirk bi demokrasî, azadî û mafê mirovan nayê, bi taybet jî mijara Kurd de û got:

“Dewleta Tirk ne bi siyasetê Kurdan qebûl dike, ne jî bi demokrasiyê..

Girtîgeh bi siyasetmedarên kurd tejî kirine.

Ew xeyal dike ku bi agir û hesin dawî li tevgera azadiya gelê Kurd bîne, lê nepêkan e.”

Bextîyar Mistefa: Divê berjiwendiyên hizbî berî yên netewî neyên dîtin

Derbarê helwesta partiya xwe de jî Bextiyar Mistefa got;

“Em weke hizba zehmetkêşan, hertim bombebaran û êrişên dewleta Tirk şermezar dikin.

Em dizanin zextên Tirkiyê û Îranê li ser hizbên desthilatdar heye, peywendiyên wan yên bazirganî bi Tirkiyeyê re hene, lewra bêdengin..

Divê berjiwendiyên hizbî li pêş yên netewî û nîştimanî neyên girtin.”

Adil Osman: Li dijî êrişan Kurdan biryara berxwedanê dan e

Endamê Komîteya Birêvebirina Eniya Têkoşîna Demokratîk Adil Osman jî derbarê êrişan de axivî û ev yek got:

“Êriş li ser bingeha tunekirina hebûn, ziman û çanda kurdan hatiye destpêkirin..

Kurdan jî li dijî vê planê biryara berxwedana daye..

Adil Osman li ser helwesta aliyên Siyasî jî got:

“Peywira partî û hêzên kurdan ew e ku li dijî van êrişan xwedî helwest bin.

PDK li eniya dijmin şer dike û bi kincên xwe leşkerên dijmin diparêze.

Di nav PDK’ê de welatparêzên li dijî vê dagirkirin û polîtîkayê dertên jî hene, lê rêveberên vê partiyê xizmeta dagirkeran dikin.

Ehmed Taha: Divê rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk bê girtin

Parlamenterê Iraqê Ehmed Taha jî bang li Komîteya Têkiliyên Derve û serokatiya parlamentoyê kir ku rê li dewleta Tirk bigire.

Taha diyar kir ku xeyala Tirkiyê ya kontrolkirina parêzgehên Kerkûk û Mûsil wê pêk neyê û got:

Tirkiye hewl dide dewleta Osmanî vegerîne. Divê tedbîrên dîplomatîk bên girtin û zext li Tirkiyê bê kirin da ku tevgerên xwe li hundirê sînorê Iraqê rawestîne.

Back to top button