Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê li ser mijara “Rastiya Jin” komxebatek li darxist

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê derbarê “rastiya jin” de komxebatek li darxist.

Komxebat bi beşdarbûna delege, endam û rêveberên Yekîtiya Jinên Ciwan a herema Firatê û endamên sazî, rêxistin û dezgehên heremê hat lidarxistin.

Di komxebatê de axaftina destpêkê ji aliyê rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Hebûn Mihemed ve hat kirin.

Hebûn Mihemed anî ziman ku armacan wan ji vê koxebatê nirxandina pêvajoya heyî û di nav de êrîşên ku di asta yekem de jinan hedef digrin e.

Paşê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Xada Mehmûd li ser mijara “Rastiya Rêjîma Sûriyê” axivî.

Di derbarê hersê mijaran de beşdarvanan nirxandin û şiroveyên xwe anîn ziman.

Back to top button