Rastiya Rêjîma Baasê dagirkeriya Tirk û malbata Barzanî hat nîqaşkirin

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê komxebateke diyalogê li dar xist.

Komxebat li Parka Ronî War a bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan endamên jin ên saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê hate lidarxistin.

Di komxebatê de 3 mijar “Rastiya rejîma Baas, rastiya dagirkeriya Tirk û rastiya malbata Barzanî” hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê – Firatê Hebûn Mihemed axivî û diyar kir ku hedefgirtina jinên ciwan di şerê taybet de bi armanca têkbirina vîna wan e.

Rêvebera Komîteya Jina Ciwan li kantona Kobanê Xada Mehmûd mijara yekê ya der barê rastiya rejîma Baas’ê de xwend û bal kişand ser siyasetên binpêkirinê yên rejîma Baas a li hember jinan.

Jinan teqez kirin ku jinên têkoşer li hember zilm û faşîsta dewleta Tirk serî hildan, dê dijmin li hember vîna jina azad têk biçe.

Mijara 3’an jî ya der barê rastiya malbata Barzanî de ku hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike û li ser xeta xiyanetê dimeşe hat xwendin. Jinên ciwan bang li gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî xeta PDK’ê rawestin.

Komxebat bi encamnameykê bi dawî bû.

Back to top button