Cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîme ragihand ku li dijî gefên dewleta Tirk, amadekariyê wan hene û taekez kir ku rizgarkirina Babê nêz bûye.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis jî dibêje:
” Li dijî êrişeke nû wê hemû pêkhateyên herêmê bi şêwazê şerê gelê şoreşgerî, hemû qadên jiyanê têxin qadên parastin û berxwedanê.”
Artêşa Tirk a dagirker gefên dagirkeriyeke nû dixwe û pê re jî rojane gundewarê Rojhilatê Babê topbaran dike.
Têkildarî rewşa dawî û liv û tevgera artêşa Tirk û çeteyên wê, cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîme ji ajansa Hawarê re axivî.
Yûsif Erîme da zanîn ku artêşa dagirker li xeta El-Zerzur, Um Şiqeyf û Şêx El-Nasir liv û tevgera xwe zêde kiriye û çekên giran li herêmê navborî bi cih kirine.
Yûsif Erîme diyar kir ku hêzên wan çi fermandar û çi şervan, amade ne li hember êrişên li dijî herêmê bisekinin û sivîlan biparêzin.
Cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê bang li şêniyên Babê kir ku bi sebir bin û tekez ir ew ê Babê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.
Telet Yûnis: Wê hemû qad bibin qadên parastin û berxwedanê
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis jî têkildarî rewşa dawî ya herêmê, êriş û gefên dawî yên Tirkiyê nirxandin kir.
Telet Yûnis dibêje:
“Ev êriş wê bi xwe re perçebûna Sûriyê bîne.
Ev yek wê derfeteke nû bide DAIŞ’ê jî da ku xwe li herêmê zindî bike.
Her wiha wê hemû derfet û însiyatîfên çareserkirina aloziya Sûriyê û şerê li djiî xeteriya DAIŞ`ê lawaz bike. ”
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis teqez kir li dijî êrişeke nû wê hemû pêkhateyên herêmê bi şêwazê şerê gelê şoreşgerî, hemû qadên jiyanê têxin qadên parastin û berxwedanê