Rojnamevanên wê îro sewqî dadgehê bên kirin

Piştî hefteyekê Mûdûriyeta Polîsan a Amedê îfadeya rojnamevanê binçavkirî girt, rojnamevana mafê xwe yê ne axaftinê bikaranîn.
Hate ragihandin ku wê rojnamevan îro sewqî dadgehê were kirin.

20 jê rojnamevan 22 kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn binçavkirin ev 8 rojin di bin çavan de ne.

Mûdiriyeta Polîsan a Amedê doh piştî hefteyek îfadeya rojnamevanan girt.

Rojnamevanan jî mafê xwe yên neaxaftinê bikaranîn.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF) li ser hesabê xwe yê tiwîtterê daxuyaniyeke da.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê ragihand ku rojanevanên di binçavan de ne wê îro di saet 8’an de sewqî dadgehê bikin.

Vê sibê rojnamevan sewqî dadgehê hate kirin.

DFG’ê ragihand wê îro di saet12’an de li ber edliyeyê daxuyaniyekê ji bo rojnamevanan bide û bang li her kesî kir ku ji bo piştevaniyê bê ber edliyeyê.

Çapemeniya Azad nayê bêdeng kirin

Rojnamevan 6 roj in di hucreyên yek kesî de tên girtin

 

Back to top button