Di encama teqîna li Babê de kuştî û birîndar hene

Li bajarê Babê yê dagirkirî teqînek çêbû.
Li gorî agahiyên di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Ajansa Hawarê ragihand beriya çend saetan li nîva bajarê Babê yê dagirkirî teqînek çêbû.

Hat ragihandin ku teqîn bi rêya çandina mayînekê bi erebeyekê ve pêk hat.

Li gorî agahiyan ev erebe ya rêveberê rêxistina IYD Ebû Ubeyde El-Humsî bû.

Ev rêxistin jî girêdayî dewleta Tirk e û li gelek hemrêmên dagirkirî dixebite.

Agahiyên destpêkê jî dibêjin di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Back to top button