AGIRKERIYA TIRK ÎDYOLOJIYA DAIŞ’Ê DI HIŞÊ ZAROKÊN EFRÎNÊ DE DIÇÎNE

Çeteyên faşîzma AKP şewitandina darên zeytûnan didomînin.
Çavkaniyên gundê Çeqelê Cûmê yê Cindirêsê ragihandin ku çeteyan agir bi darên zeytûnan ên nêzî gund xistin.

Çavkaniyan diyar kirin ku agir belav bû û hejmarek mezin ji daran hatin şewitandin.

Ev cara yekê di dîroka Efrînê de, darên zeytûnan tên şewitandin.

AGIRKERIYA TIRK ÎDYOLOJIYA DAIŞ’Ê DI HIŞÊ ZAROKÊN EFRÎNÊ DE DIÇÎNE

Li aliyekî din, dewleta Tirk a dagirker bi riya rêxistinên Ixwan El-Misilmîn idyolojiya DAIŞ’ê li Efrînê belav dike.

Ji wan rêxistinan jî, “Şebab El-Huda” ye ku yek ji şaxên Wezareta Olê ya dewleta Tirk e.

Rêxistina “Şebab El-Huda” hewl dide çanda Efrînê biguherîne.

Erka wê ya sereke, lidarxistina semînerên olî yên tundrew ji zarokên Efrînê re ye.

Ev rêxistin îdyolojiya olî ya Osmanî di hişê zarokan de diçîne.

Leave a Reply

Back to top button