Artêşa Iraqê li parêzgeha Selahedînê 8 çeteyên DAIŞ’ê kuştin

Artêşa Iraqê li Rojavayê parêzgeha Selahedînê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anî û di encam de 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Di demên dawî de li Iraq û Herêma Kurdistanê liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye. Dijî êrişên DAIŞ’ê jî Iraq di demên dawî de gelek operasyon lidarxistin.

Berdevkê Fermandariya Artêşa Iraqê Yehya Resul ragihand ku di encama operasyonek hêzên wan ya li parêzgeha Selahedînê de, 8 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Resul da zanîn ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê li dijî liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê wê operasyonê wan berdewa bike.

Back to top button