Li Brîtanya…DMME balafira koçberên ji îngilistanê bo Ruandayê rawestand

Hesabên rêveberiya London ya ji bo penaberan li gorî dilê wê derbas nabe.
Her çiqasî hikumeta Brîtanya bi şandina penaberan ya bo Ruandayê dixwaze, mijarê çareser bike jî lê ev yek hêsan xuya nake.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yekem balafira Îngilîstanê ya ji bo şandina penaberan ber bi Ruandayê ve rawestand.
Piştî vê ji Serokwezîr û Wezîra Karên Hundirîn peyamên gefxwarina li dijî DMME derket.

Li ser serlêdana parêzerekî penaxwaz ku di nav wan kesên ku ji bo Ruandayê hatibûn şandin, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê nehişt ku ev kes li balafirê siwar bibin.

Di biryarê de, nirxandina Komîseriya Bilind a Penaberan a NY ya “Penaberên ku ji bo Ruandayê bên şandin wê nikaribin li wir ji bo serlêdanên xwe yên penaberiyê desteka hiqûqî ya adil û bi bandor bi dest bixin” hat girtin.

Her wiha bal kişand ser nêzîkatiya bi guman a dadwerên Brîtanî ya ku Ruanda çiqas ewle ye.

Çavkaniyên ku ji çapemeniya Brîtanî re axivîn diyar kirin ku ev hukm ji bo hemû penaxwazên ku Brîtanya biryara dersînorkirina wan daye derbas dibe.

Rayedarên Wezareta Karên Hundir jî ji tora BBC re piştrast kirin ku piştî mudaxeleya “deqiya dawî” ya DMME’ê balafir nekariye rabe.

Hat ragihandin di balafira ku li balafirgeha leşkerî Boscombe Down a Amesbury ya ku bi qasî 130 kîlometre dûrî paytext Londonê ye, di nava rojê de li bendê bûn, tenê 7 kes wê hebin.

Tevî di lîsteya yekem de bêtirî 120 kes hebûn, lê piştî biryarên dadgehên Brîtanyayê ev hejmar daket 7’an.

Wezîra Derve Liz Truss ragihand, bê ku li jimarê were temaşekirin wê balafir rabe.

Di nava rojê de Serokwezîr Boris Johnson gefa derxistina Îngilîstanê ji DMME’yê xwar û parêzer bi “alîkariya sûcdarên ku penaxwazan îstismar dikin” sûcdar kir.

Peymana Hevkariya Koçberî û Pêşxistina Aborî di 14’ê Nîsanê de, di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin.

Di berdêla şandina koçberan ya bo Rûandayê de, wê Brîtanya tevî alîkariya madî di pêşxistina welat de jî hevkariyê bike.

Lê rêxistinên mafên mirovan bertek nîşanî peymanê dan.

13’ê Hezîranê, dadwerên Dadgeha temyîzê ya Brîtanya birhara hikumetê ya ji bo penaberan erê kiribû.

Parêzerên penaxwazan ku serlêdanên wan ên takekesî jî hatin redkirin, bi saetan beriya firîna balafirê serî li DMME’yê dan.

Back to top button