Seroka Komisyona YE li Îsraîlê ye

Ewropa dixwaze girêdana xwe ya gaz û petrolê ya bi Rûsya re kêm bike.
Ji ber vê yekê li rêbaz û alternatîvan digere.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê von der Leyen ji bo pêşxistina hevkariya enerjiyê, li Îsraîlê ye. Di nava aliyan de, li paytexta Misir Qahîrê peyman hate îmzekirin. Bi vê yekê re cara yekeme wê Îsraîl gaza xwe derbasî Ewropa bike.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ku di çarçoveya cezayên piştî şerê Ukraynayê li ser Rûsyayê hatin sepandin, kirîna gaza xwezayî ya ji vî welatî kêm kir û dixwaze di dema pêş me de bi temamî rawestîne.

Ji ber vê yekê dixwaze dixwaze hevkariya xwe ya qada enarjiyê ya bi Îsraîlê re xurt bike.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen ku li Îsraîlê di nava têkiliyên fermî de ye jî got,

“Kremlinê bi sûdwergirtina ji girêdayîbûna me ya bi sotemeniyên fosîl ên Rûsyayê re, gefan li me dixwe.”

Von der Leyen ku li bajarê Beerşeba bi Wezîra Enerjiyê ya Îsraîlê Karine Elharrar re hat bal hev.

Leyen diyar kir ku YE ji bo dawî li vê girêdayîbûnê bîne bijardeyên wekî “pêşxistina hevkariya enerjiyê ya bi Îsraîlê re” difikire û “YE hewcedarê enerjiya Îsraîlê ye.”

Rayedar bi mehane li ser gihandina lihevkirina gaza xwezayî ya Îsraîlê di ser Misrê re bo Ewropayê danûstandinan dikin.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de got,

“Di rojên pêş de hevkariya enerjiyê ya bi “Îsraîl û hevkarên din ên li herêmê” re wê were ragihandin.

Seroka Komîsyona YE bal kişand ser girîngiya projeya xeta boriya EastMed ku tê plankirin gaza xwezayî ya Îsraîlê di ser Qibrisê re derbasî Yewnanîstanê bike.

Tê texmînkirin ku lêçûna xeta tê payîn di binê Derya Spî re derbas bibe wê bigihêje 6 milyar euroyî.

Çêkirina wê jî wêê gelek salan bidome.

Yek ji bijarteyên din, di ser Tirkiyê re derbaskirina bo Ewrûpa ye.

Pispor dibêjin, lêçûna bivî rengî jî wê 1,5 mîlyar dolar be û di navbera 2-3 salan de wê biqede.

Tê bawer kirin ku di bin avên Deryaya Spî ya Îsraîlê de herî kêm trîlyonek metrekup rezerva gaza xwezayî heye.

Tê hesabkirin ku pêdiviya wî welatî bi gaza xwezayî ya di 30 salî de, herî zêde derdora 300 milyar metrekup ee.

Back to top button