Fînlandiya Marin bo NATO: Tirkiye helwesta xwe neguhere, em ê endamtiya xwe rawestînin

Serokomarê Tirkiye Erdogan dixwaze Swêd û Fînlandiya li gorî daxwaza wî tevger bikin.
Hikumeta Fîlandiya ji vê yekê acize.
Serokwezîrê Fînlandiyayê Marîn got,
Eger helwesta Tirkiyê heta lûtkeya NATO ya dawiya mehê neguhere, wê pêvajoya endamtiyê ji bo demekê raweste.

Di navbera 28-30’ê Hezîranê de wê li paytexta Spanya Madrîd lûtkeya lîderên NATO pêk were.

Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marin heta civînê dem ji Tirkiyê re diyar kiriye ku ger hîna li dijî endamtiya wan û Swêdê derkevin dibe ku pêvajoya endamtiya xwe bicemidînin.

Marin di serdana xwe ya li Swêdê de bersiva pirsên rojnamevanan da û wiha got:

“Ez di vê pêvajoyê de girîng dibînim ku pêşketin çêbibin.

Eger em aloziyê beriya Madrîdê çareser nekin, dibe ku em bi xetereya astengkirina pêvajoya çareseriyê re rû bi rû bimînin.

Em nizanin wê çiqas bidome, lê dibe ku pêvajo demekê raweste.”

Marin anî ziman ku piştî serlêdana wan ya endamtiyê êdî Enqerê gotinên xwe guhertiye.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî beriya niha gotibû, di pêvajoyê de pêşketin heye.

Lê Serokomarê Fînlandiya Sauli Niinisto di hevpeyvîna xwe ya bo çapemeniya welat de got,

Heta niha ti pêşketin çênebûne.

Rêveberiya Fînlandiya bi daxuyaniyên xwe diyar dike ku wê li pêşberî rejîma Erdogan û daxwazên wê yên binpêkirina demokrasiyê li nava welat razî nebin.

Sekreterê Giştî yê NATO: Lûtkeya madrîd ne ya dawî ye

Jens Stoltenberg 13’ê Hezîranê di hevdîtina xwe ya li Swêdê de got:

Hevbendî bi xurt û aktîv dixebite ku fikarên Tirkiyê bi zûtirîn dem çareser bike.

Stoltenberg hemwextî vê gotina xwe li wê yekê mikur hatibû ku dibe pêvajoya endamtiyê dirêj bike û dibêje;

“Lûtkeya li Madrîdê tu carî nebû dema dawî ya hatî diyarkirin.”

Back to top button