HPG: Li Zap, Avaşîn û Metîna 10 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li başûr rojane derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyên gerîlayan de li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê 10 leşkerên Tirk hatin kuştin, 4 çeper jî hatin rûxandin.
Her wiha HPG’ê diyar kir dagirkeran 21 caran bi çekên kîmyewî çeperên şer bombebarankirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirkeran ev agahî hatin parve kirin:

“Li Herêma Zapê, 14’ê Hezîranê li Qada Şehîd Şahîn li hêzên dagirker hat xistin ku hewldidan çeperên şer ên Şehîd Hewrê bi teqemeniyan bombebaran bikin.

Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

15’ê Hezîranê jî li hêzên dagirker hat xistin ku hewl didan li Qada Karker bi cih bibin.

Di vê çalakiya serketî ya hêzên YJA Starê de jî 2 dagirker hatin cezakirin.

Li Herêma Metîna, 14’ê Hezîranê li Girê Hekkarî li hêzên dagirker hate xistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

15’ê Hezîranê jî dîsa li heman qadê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hat cezakirin û çeperek jî hat rûxandin.

Li Herêma Avaşînê, 14’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li Girê Kanî Bîyê ya bi ser qada Mervanos çalakiyeke koordîneyî hat lidarxistin.

Pêşî li dagirkerên ku di çepera A4 de bûn hat xistin. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin çekek A4 û çeperek jî hatin rûxandin.

Paşê jî li çepera ku 3 dagirker û sîstema kamera ya termal tê de bûn hat xistin. Li vê derê jî 3 dagirker hatin cezakirin sîstema kamera ya termal û çeperek hatin rûxandin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê diyar kir 13, 14 û 15’ê Hezîranê herêmên Zap, Metîna û Avaşînê
21 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 8 caran bi balafirên şer û 18 caran jî bi helîkopterên êrişê hatin bombebarankirin.

HPG’ê: Gerîla 744 çalakî pêk anîn û 985 dagirker kuştin

 

Back to top button