20 rojnamevan piştî 8 rojan birin edliyê û îfadeyên wan tên girtin

Piştî hefteyekê ku di bin çavan de hatin ragirtin, dozgeriya Tirk li Amedê dest bi girtina îfadeyên 20 rojnamevanan kir.
Li pêşiya edliyê jî gelek rojnamevan, malbatên rojnamevanan û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî banga berdana rojnamevanan kirin.

20 jê rojnamevan 22 kesên 8 roj in li Amedê di bin çavan de dihatin ragirtin, îro di saetên sibê de sewqî edliyeyê hatin kirin.

Hate ragihandin ku dozgeriya Tirk jî dest girtina îfadeyên rojnamevanan kir.

“Bi êrişan hûn nikarin Çpemeniya Azad bêdeng bikin”

Li aliyê din jî Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezoptamyayê li ber edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Gelek rojnamevan, malbatên rojnamevanan û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di dema çalakiyê de pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” hat hildan.

Yek ji rêveberên Rojnameya Xwebûnê Qedrî Esen û Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê-DFG’ê Dicle Muftuoglû axivîn û diyar kirin ku çapameniya azad mîna doh îro jî wê serî netewîne û xwestin ku rojnamevan bên berdan.

Qedrî Esen anî ziman ku armanca binçavkirinê êrişa li ser zimanê kurdî û nasnameya kurdan e û got:

“Ji me re dibêjin bûyerên diqewimin veşêrin. Em venaşêrin. Li Kurdistanê em ê bûyerên diqewimin rasterast bigihînin gel. Bi van operasyonan dixwazin çapemeniya kurd bêdeng bikin.”

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu jî wiha axivî:

“Ji ber ku hevalê me rojnamevantî dikirin û rastî digihandin gel, bûn hedef. Bi rêya van operasyonan dibêjin, ‘Nabe ku hûn rastiyan bigihînin gel.

Bi bombebaranê bi windakirinê, bi qetilkirinê we nekarî çapemeniya azad bêdeng bikin, îro jî nikarin bêdeng bikin.”

Di dawiyê de ji bo mezinkirina piştgiriya bi rojnamevanan re bang hat kirin.

Back to top button