Di encama êrişa li ser navçeya Sinûnê du kes şehîd bûn, 6 kes jî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker dîsa êrişê Şengalê kir. Di êrişê de yek jê zarok du kes şehîd bûn 6 kes jî birîndar bûn.

Dewleta dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek 2 caran Meclisa gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê bombebaran kir.

Her wiha dukanekî welatiyan jî hedef hatiye girtin.

Di encama êrişan de zarokê bi navê Salih Xidir Naso yê 12 salî û bapîrê wî Xidir Naso şehîd bûn.

Her wiha 6 kesên din û di nav de zarokek ku hîna navê wî nehatiye zanîn û peyamnêrê Çira TV Salih Berces, birîndar bûne.

Hêjayî bibîrxistinêye Salih Berces par jî di meha Nîsanê de di dema şopandina xwepêşandanek li dijî êrîşên Tirkiyê de li Xanesorê di encama destwerdana artêşa Iraqê de birîndar bûbû.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Salih Berces rakirine nexweşxaneya Mûsilê û li wir tê dermankirin.

Piştî bûyerê welatî û hêzên Iraqî ji bo lêgerînê li cihê bûyerê kombûne û dest bi lêgerînê kirin.

Balafirên bêmirov Meclisa gel a Sinûnê bombebaran kir

Back to top button