Dewleta Tirk ya dagirker îro careke din êrişî Şengalê kir. Balafirên bêmirov û biçek avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê û suka wê bombebaran kirin. Di encama êrişê , dikandarê bi navê Xidir Naso û neviyê wî yê 12 salî Selah Naso şehîd bûn, 6 welatî jî birîndar bûn.
Îro, di seatên ber bi nîvrojê de, balafirên dewleta Tirk ên bêmirov û biçek avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê û suka wê ya Şengalê bombebaran kir.
Bombebaran, di dema qerbelixa gel a li avahiyê û li derûdora wê pêk hat..
Çawa bombebaran çêbû, xelkê berê xwe dan cihê bombebaranê da ku birîndar û qurbaniyan derxin..
Dikanên li Sûkê jî hedefa balafirên dewlata Tirk bûn..
Li dukana ku hatiye hedefgirtin, Xidir Naso û neviyê wî yê 12 salî Selah Naso şehîd bûn.
Di êrişê de yek jê rojnamevan 6 welatî birîndar bûn
Di êrişê de nûçegihanê Çira TV Salih Berces jî di nav de, 6 welatî birîndar bûn.
Dayikeke Êzidî hêrsa xwe ya li ser êrişê anî ziman û Hikumeta Iraqê berpirsyar dît.