Saziya Oldaran a Efrîn û Şehbayê: Em ê parastina ax, ol û gelê xwe bikin

Rêzçalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriyê hatine destpêkirin dewam dikin. Îro jî li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin û soza piştgiriya bi QSD’ê re parastina destketiyan hate dayîn.

Çalakiyên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dike.

Îro Saziya Oldaran a Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafînê bi daxuyaniyekê êrişên Tirkiyê ên li ser herêmê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em li Şehbayê û bakurê Sûriyê ji dagirkeran û çeteyên wan re dibêjin em ê parastina xak, ol û gelê xwe bikin.”

Partiya Sûriya Pêşeroj li Şehba: Armanc ji van êrişan tunkirina axa Sûriyê ye

Dîsa li Şehbayê ji aliyê Partiya Sûriya Pêşrojê ve daxuyanî hate dayîn û êriş hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku civaka navnetewî li hember van êrişên qirkirinê bêdeng in.

Hate gotin; Armanc ji van êrişan parçekirina Sûriyê ye û koçberkirina gelê wê yê resen e.

Meclisa Sûriya Demokratîk: Divê gelê Sûrî hevgirtina xwe ava bike û li dij êrişan bisekine

Li aliyekî din jî Ofîsa Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk di bin dirûşmeya “Bi yekîtî û berxwedana me, em ê planên dagirkeriya Tirk têk bibin” civînek li darxist.

Civîn li navenda Çand û Hunerê a Şehîd Axîn li navçeya Fafînê hate lidarxistin.

Di civînê de nîqaş li ser gef û êrişên dewleta Tirk hate kirin û hate diyar kirin armanca êrişan berfireh kirin û mayîndekirina dagirkeriyê ye.

Di civînê qala girîngiya hevgirtina gelê Sûriyê a li dijî êrişan hat kirin.

Rêveberiya Sivîl ya Minbic: Banga me li civaka navnetewî ye ku helwestê nîşanî van êrişan bied

Rêveberiya Sivîl ya li Minbicê jî bi daxuyaniyekê gefa êrişên li dijî Minbicê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bang li gelên herêmê hate kirin hevgirtin û yekîtiya xwe xurt bikin.

Her wiha bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li hember van êrişan helwesteke cidî nîşan bidin.

Li Reqyê çalakiya kon di roja duyem de didome

Çalakiya Konvedanê ya bi navê ‘Fezat Eşair’ li Reqayê di roja duyem de dewam dike.

Îro bi sedan ji welatiyên Reqa û şêx eşîrên wê serdana kon kirin.

Çalakgeran teqez kirin dê her li pişta QSD’ê bin û parastina axa xwe bikin.

Di bin kon de Rêveberê Meclisa Leşkerî yê Girê Spî Riyad Xelef axivî û got: “Hêzên me li hember êrişên rojane yên li ser herêmê li ber xwe didin.”

Ciwanên Şoreşger li Reqa’yê mîhrecanek ji bo piştgiriya gerîla li darxist

Her wiha li Reqayê Yekîtiya Ciwanê Şoreşger û Jinên Ciwan bi armanca piştgiriya gerîlayên azadiyê û şermezarkirina êrişên ser herê mîhrecanek lidarxistin.

Welatiyên Girkê Legê bi meşekê êriş şermezar kirin

Welatiyên Girkê Legê jî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek lidarxistin

Back to top button