Partî û rêxistinên Suryaniyan ên Hesekê banga naskirina Jenosîdê kirin

Bi boneya 107’emîn a salvegera qirkirina gelê Suryan, kildan û asûrî, Partiya yekîtiya Suryaniyan li salona dêra Ortodoks ya li t axa Nasira ya Hesekê merasîma bibîranîna jenosîda sêfo li dar xist.

Di merasîmê de bi dehan ji endamên partî û rêxistinên Sûryanî, partiyên Kurdî û şandeyek ji Hêzên Sûriya demokratîk amade bûn.

Di merasîmê de hevserokê partiya yekîtiya suryanî Senharîb Bersûm komkujî şermezar kir û wiha got: Divê hêzên navneteweyî jenosîda Sêfo ku bi sedhezaran Asûrî û Suryan û Kildanî ji aliyê osmaniyan ve hatin kuştin, nas bike û hesab ji Tirkiyê bixwaze û wiha axaftina xwe dewam kir;

Dagirkeriya Tirk hewl dide komkujiya Sêfo bi rêya êrişên li ser herêmên me zindî bike.

Em bêdengiya navdewletî li hemberî van êrişan şermezar dikin û bang li hêzên navneteweyî dikin ku rê li ber van êrişan bigire.

Back to top button