Koalîsyona Navnetweyî serçeteyekî DAIŞ’ê li Cerabilusê girt

Em tim dibêjin, herêmên ku dewleta Tirk ew dagirkir kirine, stargeha çeteyên DAIŞ’ê ne.
Piştî Ebû Bekir Bexdadî û Qeredaş, serçeteyekî din ê DAIŞ’ê li Cerabilusê hat girtin.
Koalîsyona Navneteweyî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan yek ji serçeteyên mezin ê DAIŞ’ê li Sûriyê girtine.
Çeteyên Dewleta Tirk jî li wê yekê mikur hatin ku ev operasyon li Cerabilus a dagirkirî çêbûye, lê belê agahiyên wan ji tiştekî tune ye.

Dîsa li deverên dagirkirî û di himbêza Istixbartên Tirk de, serçeteyên DAIŞ’ê tên dîtin.

Koalîsyona Navnetweyî eşkere kir ku di encama operasyoneke taybet de hêzên wan serçeteyekî mezin ê DAIŞ’ê li Bakurê Sûrî girtin.

Li gorî daxuyaniya Koalîsyonê,”vî kesî bombe çêdikirin û yek ji mezintirîn lîderên DAIŞ’ê li Sûriyê ye”

Lê belê ne nasname û ne jî dever tam nehatin destnîşankirin.

Li ser vê mijarê, berdevkê hêzên koma bi nav opozsyonê Yûsiv Hemûd ji Reutersê re got “Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke berfireh li gundê Himiyere yê Cerabilusê pêk aniye”

Li gorî heman berdevkî, çeteyên dewleta Tirk nizanin çi li herêmê diqwime û agahiyên wan ji operasyonê tune ye.

Ango Koalîsyonê tu koordîne bi wan re nekiriye.

Ev ne cara yekê ye ku serçeteyên DAIŞ’ê li deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de tên girtin û kuştin.

Sala 2019’an serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî bi alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk li devera Atmê ya nêzîkî Idilbê hat kuştin.

Her wiha dîsa bi destekdayîna QSD’ê, Koalîsyona navdewletî destpêka sala 2022’an serçeteyê DAIŞê Ebû Ibrahîm El-Haşmî El-Qureşî li heman deverê kuştin.

Jixwe gelek belege jî derketin ku ala DAIŞ bi serbestî li deverên dagirkirî, mîna Serê Kaniyê, Efrîn, Girê Spî û gelek deverên din tê bilindkirin.

Di heman demê de, çeteyên li cem QSD’ê girtî ne, tim desteka dewleta Tirk ji DAIŞ’ê re eşkere dikin.

Back to top button