KNK û Rêveberiya Firatê bi daxuyaniya êrişa Şengalê şermezar kirin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK û Rêveberiya Xweser a herêma Firatê êrişên duh ên li ser Şengalê şermezarkirin. Hate gotin Êrîşên dewleta Tirk berdewamiya êrîşên DAIŞ’ê ne û bi amanca qirkirinê tên kirin.

Duh careke din dewleta Tirk bi balafiran êrişî Şengalê kir û di encamê de zarokek şehîd bû 7 kes jî birîndar bûn..

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK û Rêveberiya Xweser a herêma Firatê li ser êrişan daxuyaniyên cuda dan..

KNK: Êrişên li ser Şengalê dewama êrişa DAIŞ’ê ye

KNK’ ê di daxuyaniya xwe de dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar kirin û sersaxî ji malbata Naso û ji gelê Kurdistanê re, şifa jî ji birîndaran re xwest û got:

Piştî têkçûna DAIŞ’ê, hêzên dewleta Tirk êrişî Şengalê dike û civaka Êzidî û zarokên Şengalê dike hedef.

Ev êriş bi armanca qirkirinê tên kirin.”

KNK: Em li gel xelkê Şengalê ne û em ê wan biparêzin

KNK’ê bibir xist ku dewleta Tirk şerê Ûkrayna – Rûsya û mijara firehkirina NATO ji xwe re dike firset û wiha domand:

“Di mijara firehkirina NATO’yê de, di sêrî de rayedarên NATO û nûnerên gelek welatan dibêjin ‘Em fikarên Tirkiyê fêhm dikin’.

Ew kesên dibêjin ‘Em fikarên Tirkiyê yên ewlekariyê fêhm dikin’ gelo ew fikarên zarokên Şengalê jî fêhm dikin?

Gelo ew kes qetilkirina zarokê 10 salî, dibînin?

Ew kes li ser vê qetlîamê çi dikin û çi dibêjin? Em dixwazin di vî warî de jî, dengê wan bibihîzin.”

KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bi gelê Şengalê re ne, ew ê gelê xwe biparêzin û bidin ser şopa vê dozê.

Rêveberiya herêma Firatê : Armanc dewamkirina komkujiya bi destê DAIŞ e

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî diyar kir ku êrişa duh a li dijî navçeya Sinûnê, dewama êrişên DAIŞ`ê yên li ser Şengalê û qirkirina komî ya li dijî civaka êzidî ye.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê herwiha diyar kir ku dewleta tirk dixwaze bi van êrişan aramiya herêmê têk bibe û got: “Bi dorpêçkirina projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê, armanc dike ku planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.

Dixwaze aramiya heyî têk bibe û hegomaniya xwe li ser deverê feriz bike.”

Di dawiyê de rêveberiya Xweser a herêma Firatê êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê şermezar kir û ev bang kir:

“Divê civaka navneteweyî destwerdan bike û van komkujiyan rawestîne.”

Back to top button