
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) got,
Li seranserê cîhanê 100 milyon kes neçar mane ku malên xwe biterikînin.
Komseriyê ragihand ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve, ev hejmara herî zêde ya penaberan e ku hatiye tomarkirin.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) rapora xwe ya Meyla Global eşkere kir.
Komseriyê got:
“Êrişa Rûsyayê ya Ukraynayê, ji şerê Cîhanê yê Duyemîn ve bû sedema yek ji bilez û mezintirîn qeyranên jicîhûwarkirina bi darê zorê. Rewşên awarte yên li Afrîka, Efxanîstan û hin welatên din bûne sedema ku jimara kesên ji cih û warê xwe koçber bûne bigihêje 100 milyonî.”
Di raporê de hat destnîşankirin ku koçberiya sivîl a li Ukraynayê ji 1951’an dema rêxistin hatî damezrandin û heta niha krîza herî mezin û herî zêde ya penaberan e.
Komserê Komîseriya Bilind a Penaberan a NY Filippo Grandi got:
“Di 10 salên dawî de ev hejmar zêde bûye.
Ev meyla dijwar heta ku civaka navdewletî ji bo dîtina çareyan ji vê trajediya mirovî û pevçûnê re tevnegere wê dewam bike.”
Li gorî raporê, hejmara kesên ku ji ber şer, tundî, çewisandin û binpêkirinên mafên mirovan koçber bûne, di dawiya sala 2021an de gihîştiye 89,3 milyonî.
Ev dane li gorî 2020’an ji sedî 8 zêde bûye.
Li gorî 10 salên dawî jî ev dane du qat zêde bûye.