Ciwanên Kobanê li dijî êrişan meşek li darxistin

Li bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk yên li ser herêmê û Başûrê Kurdistanê her wiha hevkariya PDK’ê dewam dikin.Îro jî li gelek deveran çalakî hatin kirin û daxuyanî hatin dayîn.

Rêzçalakiyên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin.

Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD’ê li Kobanê bi armanca şermezarkirina êrişan daketin qadan.

Piştî meş veguherî mêtingê daxuyanî hate dayîn.

Ciwanan bang li tevayî gelên herêmê kir ku li hember êriş û siyasetên qirkirinê berxwedana xwe mezin bikin.

Çalakiya kon ya Kongra Îslama demokeratîk di roja duyem de didome

Çalakiya konvedanê ya ji aliyê Kongreya Îslama demokratîk ve li Qamişlo di roja duyem de dewam dike.

Li bin konê çalakiyê gelek axaftin hatin kirin û tê de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Li Dêrazorê çalakiya konvedanê li dijî êrişan hate destpêkirin

Li Dêra Zorê jî çalakiya konvedanê li dijî êrişan hate destpêkirin.

Bi sedan welatî beşdarî konê çalakiyê bûn.

Hevserokê Meclisa Sor ya Sivîl Mihemed El-Meşan axivî û bang li hemû gelê herêmê kir ku yekîtiya xwe li dijî êrişan ava bikin.

MSD’ê li Minbicê bi armanca nîqaşkirina rewşa herêmê civîne ji jinan re li darxist

Her wiha Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî bi armanca nîqaşa li serrewşa dawî ya herêmê civînek ji jinên siyasetmedar û rewşenbîr re li darxist.

Di civînê hevseroka MSD’ê Emîna Omer axivî û da zanîn ku dewleta Tirk ji şerê Rûsya û Ûkraynayê sûdê werdigire da êrişên xwe li ser herêmê pêk bîne.

Endama Ofîsa Têkiliyên MSD’ê Emel Dada jî îşaret bi gef û êrişên ser herêm kir û diyar kir ku bandora wê li çareseriya aloziya Sûriyê heye.

Çalakiya eşîran ya kon a li Reqayê di roja sêyan de bi dawî bû

Li aliyekî din çalakiya konvedanê ya ku li Reqayê bi navê Fezat Eşair hatiye vedan di roja sêyan de bi dawî bû.

Rûspiyê eşîra El-Hews, şêx Deham Şiblî wiha got:

“Li dijî derxistina dewleta Tirk a mêtinger em eşîrên li Bakurê Sûriyê li kêleka hêzên xwe QSD`ê ne û rê nadin wan ku xaka me dagir bikin.”

Rûspiyekî eşîra El-Evadile, Şêx Mişlib Derwîş jî da zanîn ku ev kon bawerî û biratiya gelan xurttir dike û wiha got: “Em gelê herêmê yek in û bi hemû awayan dagirkeriya Tirk red dikin.”

Meclisa Girê Spî: Divê hêzên nanetewî li dijî êrişan helwestê nîşan bidin

Meclisa Girê Spî jî li dijî planên dewleta Tirk daxuyanî da

Di daxuyaniyê de, êrişên rojane yên dewleta Tirk li dijî Girê Spî û Eyn Îsa, hatin şermezarkirin. ‎

Her wiha bang li civata navneteweyî hat kirin ku li dijî kirinên hovane yên dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan bide.

Meclisa Jin a Sûriya Pêşerojê: Bi berxwedanê em ê êrişan têk bibin

Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê li Helebê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniyê de daxwaz kir ku lêpirsîn derbarê kirinên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî de vebe.

Her wiha Meclisa Jin teqez kir dê bi berxwedan û têkoşînê êrişan têk bibin.

Back to top button