HPG: Li Zap û Metîna 62 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Qada Girê Cûdî yê Metîna li dijî artêşa Tirk a dagirker Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî da destpêkirin. Di encama çalakiyên gerîlayan de 62 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. HPG’ê diyar kir ev çalakî ji bo tolhildana zarokên Kurd yên ku li Şengalê û Bamernê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir tîmên gerok yên gerîla û gerîlayên ku li tunelên şer li ber xwe didin, bi çalakî û berxwedana xwe ya dîrokî destanan dinivîsin û wiha hat gotin,

“Artêşa Tirk dagirker xwest li Qada Girê Cûdî bi pêşde biçe. Hêzên me yên li vê qadê li dijî dagirkeran ji bo tolhildana zarokên gelê Kurd yên ku li Şengalê û Bamernê ku dewleta Tirk ew bi hovane qetilkirin Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî da destpêkirin.

Tîmên me yên gerok di vê Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî de bêyî ku ti windahî bidin 57 dagirker cezakirin û derseke dîrokî dan artêşa Tirk a dagirker.

Êrişên artêşa Tirk ya ku derbeke giran xwar li ser vê qadê didomin. Her wiha Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî ya hêzên me jî li vê qadê dewam dike.”

HPG’ê derbarê çalakiyan û êrişên dagirkeran de ev agahî parve kir,

Li Herêma Zapê, 15 û 16’ê Hezîranê li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin li Qada Karker bi cih bibin. Di vê çalakiya hêzên YJA Starê de 3 leşkerên Tirk hatin cezakirin.

13’ê Hezîranê bi şeweyê sabotajê li hêzên dagirker yên li baregeha leşkerî a li Kanî Masî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

16’ê Hezîranê li Girê Hekarî bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin ber çeperên şer ve werin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

15’ê Hezîranê li Qada Girê Cûdî li dijî artêşa Tirk ya dagirker Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî hate destpêkirin.

Hêzên me bang li dagirkeran kirin da ku teslîm bibin. Li ser vê bangê dagirkerên ku xwestin birevin ji du aliyan ve li wan hat xistin.

Lê vê derê hejmareke zêde dagirker hatin cezakirin û hêzên me çûn ser cenazeyên 12 dagirkeran. Piştî vê çalakiyê li dijî leşkerên din ên ku li erazî belav bûn çalakiyeke din hate kirin. Di vê çalakiyê de jî 5 dagirker hatin cezakirin.

Cenazeyên van dagirkerên ku hatine cezakirin di bin kontrola hêzên me de ne.

16’ê Hezîranê li Qada Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê li komeke dagirekran xistin ku dixwestin bikevin nava tevgerê. Di encama vê lêdanê de 15 dagirker hatin cezakirin.

Heman rojê dîsa li Qada Girê Cûdî 3 caran li hêzên dagirker hat xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer ve werin. Di van çalakiyan de herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin.

Paşê careke din ji sê aliyan li dagirkeran hat xistin û di encamê de 9 dagirker hatin cezakirin.

Dîsa hêzên me bi şêweyên sekvaniyê li dagirkeran xistin ku li nava erazî belav bûbûn. Di encama vê çalakiyê de jî 10 dagirker hatin cezakirin.

Her wiha sekvanekî artêşa Tirk jî hate tespîtkirin û hat cezakirin. Gelek cenazeyên artêşa Tirk hê jî di bin kontrola hêzên me de ne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir ku artêşa Tirk ya ku derbên giran dixwe bi çekên kîmyewî êriş dike û got, “Dagirkeran Qadên Berxwedanê yên Gerîla 14 caran bi balafirên şer, 26 caran bi helîkopteran, bi sedan caran bi obusan û 11 caran jî bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombebaran kirin.”

Back to top button