Feleknaz Uca: Çareseriya doza Kurd di destê Ocalan de ye

Parlamantera HDP’ê Feleknas Uca diyar kir ku çareseriya pirsgirêka doza Kurd li Îmraliyê ye û bang li CPT kir ku bi erka xwe rabe.Koordînator û berdevka Însiyatîfa “Nûn ji bo Azadiya Ocalan” Sewsen Şoman jî bang li jinan kir ku ji nêz ve fikrên Ocalan nas bikin, ji ber ku rêya xilasiya wan e.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, dewam dike.

Têkildarî meşa Gemlikê ya 12’ê Hezîranê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û binçavkirina 33 kesan ku siyasetmedar jî di nav de ne, Parlementera HDP’ê Feleknas Uca axivî.

Feleknas diyar kir ku desthilatên Tirkiyê tevahî rêbazên çewisandin, girtina Parlamanteran û êrişkirina meşvanan bi kar anîn, tevî wê, xwepêşandêran peyama xwe da û got:

“Her kesê beşdarî meşê bûn, teqez kir ku çarekirina doza kurdî li Îmraliyê û bi birêz Ocalan re ye. Ev tecrîda girankirî doza Kurdî kûrtir dike. Di şexsê birêz Ocalan de ev tecrîd li ser gel bi giştî tê ferzkirin. Ji lew re çaresernekirina doza kurdî û tecrîda girankirî li Îmraliyê sedemên şer û tevahî krîzên li Tirkiyê ne.”

Feleknas Uca behsa hovîtiya polîsên Tirkiyê û hedefgirtina jinan û Parlamanterên jin jî kir û got:

“Tevahî êriş di radeya yekemîn de jinan hedef digirin. Ruxmî wê jinan kêliyekê jî gav ji bo armancên xwe bi paş ve neavêtin, berovajî têkoşîn xurttir kir.”

Feleknas Uca da zanîn ku ji bo çarekirina doza Îmralî û bidawîkirina tecrîdê divê Ocalan biaxive û ev bang kir.

“Divê konsolxaneyên Ewropayê û CPT ji bêdengiya xwe derkevin û hewl bidin deriyên Îmraliyê vekin.”

Berdeva insiyatîfa “nûn ji bo Azadiya Ocalan Sewsen Şoman: Fikrê Rêber Abdullah Ocalan rêya xelasiyiyê ji bo tevahî jinan e

Koordînator û berdevka însiyatîfa “Nûn ji bo Azadiya Ocalan’ Sewsen Şoman li ser mijara tecrîdê ji ANHA’yê re axivî.

Sewsen Şoman anî ziman ku kiryarên hikumeta Tirkiyê li dijî Ocalan pêk tîne, binpêkirineke mezin a mafên girtiyekî siyasî ne.

Sewsen Şoman da zanîn ku dê pêngavên danasînê ji bo jinên din jî vebikin, da ku vî fikirî nas bikin û li rêber Ocalan xwedî derkevin.

Koordînator û berdevka Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan Sewsen Şoman, bang li jinan kir ku ji nêz ve fikrên rêber Ocalan nas bikin, ji ber ku rêya xilasiya wan e.

Back to top button