Endamên Kongresa Amerîkayê: Êrişa Tirkiyê li dijî Bakurê Sûrî wê gel neçarî koçberiyê bike

Endamên Kongresa Amerîkayê li dijî gefên Tirkiyê yên dagirkirina Bakurê Sûrî nerazî ne. Endaman bi bîr xist ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rê li ber encamên kambax vekirine û gotin: Eger Tirkiyê êriş bike, Wê gel ji cih û warê xwe bibe. Aloziya li herêmê zêde bibe, Û ya herî girîng jî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê lewaz bibe.

1’ê Hezîranê şefê rêjîma Tirk Erdogan amadekariya êrişeke nû ya li dijî Bakurê Sûrî ragihand.

Û weke hedefên destpêkê yên vê tevgera dagirkeriyê, îşaret bi bajarên Til Rifat û Minbicê kir.

Diyar e ku Erdogan vê plana xwe dispêre desteka NATO û hêzên cîhanî.

Lewma heta niha ji bo hin daxuyanî û gotinan, ti nerazîbûneke cidî ku rê li ber êrişê bigre nehatiye nîşandan.

Bi taybet tevî ku tê zanîn êrişeke wiha wê rê li ber malêraniyeneke mezin veke jî hevkarên Tirkiyê bi gotina “fikarin Enqerê” rewan e bi awayekî destekê didin êrişa dagirkeriyê.

4 endamên demokrat û komarger ên Kongresa Amerîkayê bi daxnuyaniyeke nivîskê îşaret bi metrisiya êrişên dewleta Tirk kirin.

Endamên Kongresê anîn ziman ku ew ji ber destpêkirina tevgereke nû ya dewleta Tirk zêde bi fikar in û encama êrişên berê wiha bi bîr xistin:

Endamên Kongresa Amerîkayê: Êrişa Tikriyê ya li dijî Bakurê Sûrî wê şerê li dijî DAIŞ’ê lewaz bike

Me dît bê di êrişên berê yên dewleta Tirk encamên kambax derketin holê.

Hişt ku têkoşîna Amerîka û hevkarên wê li dijî DAIŞ’ê lewaz bibe.

Rê li ber aloziyeke mirovî ya mezin vekir.

4 endamên Kongresê hişyar kirin ku êrişeke nû wê bibe sedema heman aloziyan û wiha dewam kirin:

Beriya her tiştî wê hejmara zêde ji gelên Sûrî neçarî koçber bibin.

Lewma ji bo ku şerê li dijî DAIŞ’ê neyê lewazkirin,

Ji bo felaketeke mirovî rû nede,

Divê dewleta Tirk û komên girêdayî wê dest ji plana êrişê berdin.

Hefteya derbasbûyî jî gefa Tirkiyê ya li dijî Bakurê Sûrî bibû rojeva Kongresa Amerîkayê.

Rayedarên siyaseta derve a Amerîka û Pentagonê hişyar kirin ku êrişa Tirkiyê wê derbe li şerê li dijî DAIŞ’ê bixe.

Back to top button