Roj bêyî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê derbas nabe.. Artêşa Tirk a dagirker careke din gundewarê navçeya Şêrawa topbaran kir.
Artêşa dewleta Tirk a qirker doh êvar careke din gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kir.
Topbarana artêşa dagirker heta derengiya şevê domiya û hate ragihandin ku nêzî 10 guleyên obisê li derdora gund ketine.
Ji bilî Soxaneke artêşa qirker, doh piştê nîvro gundê Benê jî da bertopan û zêdeyî 15 top li derdora gund ket, zirarek mezin gîhîşt zeviyên gundiyan.