Kurdên li Swîsreyê êrişa li ser Şengalê bi çalakiyekê şermezar kir

Li dijî êrişên li ser Şengalê çalakiyên nerazîbûnê didomin.
Kurdistaniyên li Swîsreyê bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di 15’ê Hezîranê de dewleta dagirker 2 caran êrişê navçeya Sinûnê ya Şengalê kir.

Dewleta dagirker di vê êrişê de zarokekî 12 salî şehîd xist.

Kurdistaniyên li bajarê Aaraû ya Swîsreyê bi çalakiyeke êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û ev hate gotin:

Bila dewleta Tirk û hevkarên wê baş bizanibin wê gelê kurd taybetî jî civaka êzidî li hember van planên qirêj ti carî serî netewîne.

Her wiha çalageran bang li welatên ewropayê jî kirin ku li dijî êrişên li ser Kurdistanê taybet jî li ser Şengalê bi erkê xwe rabin.

Back to top button