Plana Tirkiyê ya guhertina demografîk li herêmê bûye cihê nerazîbûn û şermezarkirinê.
Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Firatê, Fewziye Ebdî bang li penaberên Sûrî yên li Tirkiyê kir ku vegerin xaka xwe ya resen û rê nedin dewleta Tirk wan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne.
Fewziye Ebdî anî ziman “Avahiyên ku deweta Tirk a faşîst li herêmên dagirkirî ava dike, ne ji bo berjewendiyên Sûriyan e.” û got:
“Berjewendiyên Sûriyan di vegera li malên wan de ye, ne li van avahiyan e.”
Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Firatê tekez kir divê penaberên Sûrî xeteriya vê yekê baş bizanin, ji ber dewleta Tirk bi rêya wan berjewndî û planên xwe dimeşîne.”
Û dawiyê bang li civata navneteweyî kir ku bi erka xwe ya qanûnî û mirovî li hember Sûriyan pêk bîne.