Zozan Çewlik: Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê şerekî dîrokî û stratejîk dimeşînin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik der barê şerê li herêmên Parastina Medyayê de ji ajansa Firatê re nirxanidn kir.
Zozan Çewlik anî ziman sala 2022’an hêzên me yên YJA Starê gelek çalakî bi rêxistin kirin û pêk anîn û got:
“Divê her kes zanibe ku êdî gotin qediyaye.
Di vê demê de têkoşîna ma wê serketinê bi xwe re bîne.”

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Zozan Çewlik bersiva pirsên ajansa Firatê der barê şerê li herêmên Parastnê yên Medyayê da.

Zozan Çewlik destpêka nirxandina xwe di şexsê fermandarên serketinê Zîlan, Sema û Gulan de, hemû şehîd bi rêzdarîbi bîr anîn û ev got:

Ya ku zû metirsiya li ser Rêbertî û tevgera me dît û bêyî li benda fermanê bisekine çalakî kir, hevala Zîlan bû.

Hevala Sema û Gulan jî dan ser şopa Zîlan.

Fermandar Zozan da zanîn ku êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 meh li pey xwe hiştin û wiha got:

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi şev û roj, tî û birçî, guh nadin westandinê û şerekî dîrokî û stratejîk dimeşînin.

Bêguman fermandar û gerîlayên YJA Star û HPG’ê jî ji pratîka sala 2021’ê gelek ders derxistin û bi van encaman şerekî fedaî meşandin û dimeşînin.

Çalakiyên gerîla yên îsal ne tenê bi şerê tunelan tên kirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li tunelên şer jî li ber xwe didin.

Zozan Çewlik: Gerîlayên YJA Starê gelek çalakî bi rêxistin kirin û pêk anîn

Li ser êrişên li Bakurê Kurdistanê jî ku ji aliyê faşîzma AKP’ê ve tên kirin Zozan Çewlik got:

Bi van êrişan dixwazin têkiliya navbera gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Bakurê Kurdistanê şer dikin û navenda gerîla û cîhanê bibirin.

Êriş bi giranî li ser qada me ya Botanê ye.

Her wiha li Cûdî, Besta û Katoyê jî hêzên me yên YJA Starê çalakiyên xurt kirin, divê hêzên me bi vê têgihiştin û berpirsyariyê tevlî pratîka sala 2022’an bibin.

Zozan Çewlik: Di vê demê de têkoşîna me wê serkeftinê bi xwe re bîne

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik dawiya wiha anî ziman:

Sala 2022’an hêzên me yên YJA Starê gelek çalakî bi rêxistin kirin û pêk anîn.

Divê her kes zanibe ku êdî gotin qediyaye.

Di vê demê de têkoşîna me wê serketinê bi xwe re bîne.

Back to top button