Scohlz, Macron: Statûya berendamtiya ye bidin Ukrayna

Di serdana lîderên Fransa, Almanya û Îtalya de, serlêdana endamtiya Ukrayna bo YE yek ji mijara sereke bû. Scholz û Macron gotin,

Staturya berendamtiya YE bidin Ukrayna.

Ukrayna ya ku 114 rojin li dijî êrişa Rûsya hewil dide xaka xwe biparêze, gaveke din nêzî endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) bû.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron diyar kirin ku ew piştgirî didin statûya welatê berendam ji Ukraynayê.

Scholz da zanîn ku divê heman statû ji Moldovayê jî bê dayîn.

Doh tevî Macron û Scholz, Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi û Serokê Romanya Klaus Johannis jî li Kîevê bûn.

Piştî civînê lîderan daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Scholz di civîna çapemeniyê de got,

“Ez û hevalên xwe îro hatin Kievê da ku peyamek zelal bidin: Ukrayna ji malbata Ewropî ye.”

Macron jî di civîna çapemeniyê de axivî û got,

“Em bi her awayî piştgiriyê didin statuya namzetiya Ukraynayê ya ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê.

Lîderên çar welatên ku beşdarî civîna çapemeniyê bûne jî piştgirî didin vê pêvajoyê.”

Serokomarê Ukraynayê Volosymyr Zelensky jî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Dibe ku statuya welatê berendamê Yekîtiya Ewropayê ya Ukraynayê ji bo Ewropayê bibe biryareke dîrokî.”

Demeke kin piştî êrişa Rûsyayê li dijî welat, Ukrayna ji bo bibe endama Yekîtiya Ewropayê serlêdana namzetiyê kir.

Lîderên 27 welatên ye ji bo endamtiya Ukrayna dicivin

27 serokên dewlet û hikûmetên Yekîtiya Ewropayê wê hefteya bê li Brukselê bicivin û mijara serlêdana Ukraynayê ya ji bo endamtiyê, gotûbêj bikin.

Komîsyona YE ragihand ku ew ê vê hefteyê pêşniyarek li ser dayîna statuya berendamê ya Ukraynayê wekî gava yekem a pêwîst bide.

Li gorî daxuyaniyên lîderan, tê payîn ku ji Komîsyona YE’yê ji bo dayîna statuya welatê namzet ji Ukraynayê re pêşniyarek were kirin.

Lê belê biryara dawî ya li ser namzetiya Ukraynayê wê ji aliyê welatên endam ve bê dayîn.

Lîderan di serdana xwe de careke din piştevaniya çekan a bû Kîevê anî ziman.

Back to top button