Ji bo endamtiya YE, Ukrayna amade ye?

Ji bo erêkirina endamtiya Ukrayna bo YE, pêwiste 27 welatên endam erê bike. Gelo beşdarbûna Ukrayna ya nava Yekîtiyê wê çi bide guhertin? Statuya endamtiyê wê çi bi xwere bîne, derdixe pêş.

 

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) wê îro pêşniyara xwe ya li ser dayîna “statûya welatê namzedê” ya Ukraynayê eşkere bike.

Dayîna vê statûyê ji bo Ukraynayê tê wateya li dijî êrişa Rûsya ya li ser welat, dayîna piştevaniya Kîevê ye.

Welatên rojhilatê YE’yê bal kişandin ser vê yekê ku niha rêya endamtiya NATO’yê ji Ukraynayê re girtî ye.

Ji ber vê yekê divê herî kêm weke welatekî namzetê YE bê qebûlkirin.

Serokwezîrê Slovakya Eduard Heger

tekez kir ku pêvajoya endamtiya Ukraynayê di yekîtiyê de nayê kurtkirin û got:

Divê hemû pîvanên pêwîst bi cih bînin.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî li ser vê yekê rawestiya.

Ukrayna amade ye bibe welatekî berendamê ye?

Li gorî agahiyên dîplomatên li YE’yê, fikarên hinek welatên YE ya li ser endamtiya Ukrayna heye.

Yek ji sedemên herî girîng ên vê yekê jî ew e ku welatekî ku pirsgirêkên serweriya xwe çareser neke, nikare bikeve YEyê.

Swêd jî di nav de, beşek ji welatên yekîtiyê ji ber pîvanên qanûnî yên li Ukrayna difikirin ku ew ji bo endamtiyê ne amade ye.

Beşdarbûna Ukrayna li nava ye wê çi biguhere?

Tevlîbûna welatekî mezin wek Ukrayna ku nifûsa wê nêzî 40 mîlyon e, dê encamên girîng derxe holê.

Mînak, Bruksel wê hewce bike ku çavkaniyên darayî yên cidî ji Ukraynayê re veqetîne.

Ger Ukrayna bikeve YEyê, hevsengiya dengên Parlamentoya Ewropayê (PE) jî wê biguhere.

Wateya statuya endamtiyê çi ye?

Destpêkirina statûya namzediyê ji YE re tê wateya gava yekem a li ser pêla ber bi endamtiyê ve.

Ev pêvajoyek dirêj ji destpêkirina danûstandinan heta vekirina beşên nû yên di navbera welatê berendam û YEyê de dihewîne.

Her pêngavek pêwîstî bi erêkirina 27 endamên Yekîtiyê heye.

Gelek welat bi salan berendamê Yekîtiyê ne.

Mînak pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ji sala 1999’an ve didome.

Ev nîşan dide ku statûya namzediyê bi tena serê xwe ne garantiya endambûna YEyê ye.

Mînak, her çend bi Tirkiyê re gelek beşên danûstandinan hatin vekirin jî, endamtiya wê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê niha wekî îhtimal nayê dîtin.

Back to top button