PIŞTÎ ŞEWITANDINA TERMÊ ŞEREFIDÎN SÎDO, ÇETEYÊN DEWLETA TIRK TERMÊ RISTEM MISTO JÎ ŞEWITAND

Kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê asta der-mirovî jî derbas kirine.
Piştî ku revnandina sivîlan, ferzkirina fîdiyeyan û kuştina wan têna dilê dewleta Tirk hînik nekir, êdî dest bi şewtandina terman kiriye.
Piştî şewtandina termê şêniyê Efrînî Şerefedîn Sîdo, termê şênî Ristem Misto jî şewitî li gundewarê Cindirîsê hat dîtin.

Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyên dewleta tirk a dagirker gelek caran gef li şêniyê bi navê Ristem Misto yê ji gundê Axcelê yê navçeya Cindirîsê xwarine.

Ji ber ku wî jî bacên çeteyan red dikir.

Termê Ristem li gundewarê Cindirîsê şewitî hat dîtin.

Duh jî Çeteyên Ehrar El-Şerqiyê şêniyê bi navê Şerefedîn Sîdo revandibû.

Ji malbata wî 10 hezar dolar xwestin.

Tevî ku malbatê ew pere dan jî, lê duh termê Sîdo li ser riya gundê Qestel Cindo yê Şera şewtî hat dîtin.

Leave a Reply

Back to top button