Rojnamevan: Heta ku hevalên me bên berdan wê têkoşîna me bidome

Duh dewleta Tirk cezayê girtîgehê li 16 rojnamevên Kurd birî ku 8 roj bûn di bin çavan de bûn. Îro careke din bi dehan rojnamevan li Amedê hatin cem bîryar şermezarkirin û gotin, “Heta ku hevalên me serbest bên berdan wê têkoşîna me dewam bike.”

Komeleya Rojnamevanan a Dicle-Firatê û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya ji bo şermezarkirina girtina 16 rojnamevanên Kurd li pêşiya navenda JINNEWS a li Amedê daxuyanî dan.

Tevî hejmareke zêde rojnamevanan, endamên partiyên siyasî û saziyan û her wiha welatî jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de wêneyên 16 rojanmevanên girtî û pankarta li ser “Çapemeniya Azad Nikare Bê Bêdengkirin” hatin hildan.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin rojnamevanî sûc nîne, ewê xebatên xwe dewam bikin û wiha hat gotin,

“Em li ser şopa Apê Mûsa ne. 16 hevalên me bi awayekî derhiqûqî hatine girtin. Em ê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin. Heta hevalên me bên berdan wê têkoşîna me dewam bike.”

“Em ê li ber zext û êrişan serî netewînin”

Rojnamevanên li Mêrsînê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî girtina 16 hempîşeyên xwe dan.

Di daxuyaniya ku dayîn de pankarta “Rojnamevanî ne sûc e. Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” hate vekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku wê li dijî polîtîkayên binçavkirin, girtin, zext û tepisandinê serî netewînin û wiha hate gotin, “Em rojnamevan em ê bibin dengê kesên li dijî zilmê têdikoşin, jinan, karkeran, kedkaran, gelê kurd û hemû bindestan. Heta ku hevalên me bên berdan em ê li her qadê bibin dengê wan.”

Back to top button