KOMKUJÎ KOBANÊ ÎRADEYA ME NEŞKENAND Û ÎSRARA JI BO TÊKOŞÎN ZÊDE KIR

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê salvegera 4. a komkujiya 25`ê Hezîranê şermezar kir û şehîdên komkujiyê bi bîr anî.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got:

“Hêzên tarî bi rêya van rêbazan nikare îradeya me bişkîne.

Lê belê israra me ji bo dewamkirina têkoşînê ji bo destxistina azadiyê xwe, zêde kir.

Kobanê bû bingeha rizgarkirina gelên me yê Sûriyê ji terora cîhanî.

Gelê me bi kur û keçên xwe li dijî terorîstan şer kirin û tola şehîd û tevahî cîhanê rakirin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê wiha bang li civaka navdewletî kir:

Erka xwe pêk bînin û kiriyarên dewleta Tirk a dagirker û rêxsitinên terorîst bisekinînin.

Her wiha sînro ji pêkanîna komkujiyan re dayînin.”

Leave a Reply

Back to top button